PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 1ê Hezîranê li paytext Hewlêrê pêşwazî li Serokê Hevpeymaniya Ezim Musenna Samerayî kir.
Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand, "Di hevdîtinê de rewşa siyasî ya welat, girîngiya temamkirina hikûmetê, dagirtina wezaretan û sînordarkirina çekan tenê di destê dewletê de hatin gotûbêjkirin. Di vê mijarê de her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya hevkarî û hevahengiya aliyên siyasî kirin, daku ev yek di xizmeta berjewendiya giştî û aramiyê de be."
Hate diyarkirin ku têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de beşeke din a hevdîtinê bû ku her du aliyan tekezî li ser çareserkirina pirsgirêkên hilawistî bi rêya diyalog û hevtêgihîştinê kirin, bi awayekî ku berjewendiya giştî û aramiya welat were parastin.
Di dawiya hevdîtinê de, geşedanên herêmî û rewşa herêmê jî hatin nirxandin.