Neviyekî Ahmet Turk hat kuştin
PeyamaKurd – Neviyekî Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk hat kuştin, hat ragihandin ku nasnameya bikuj heta niha jî diyar nîne.
Li navçeya Akdenîzê ya Mêrsînê li Taxa Karaduvarê, di êrîşa çekdarî de ya ku ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat kirin, neviyê siyasetmedarê Kurd û Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turkê ku qeyûm di şûnê de hatibû bicihkirin, Huseyîn Rêber Turk (29) jiyana xwe ji dest da.
Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, êrîş şeva din li ser xaçerêya rêya D400ê ya Bûlvara Cûmhûriyetê pêk hatiye. Huseyîn Rêber Turk di encama êrîşa çekdarî de li cihê bûyerê bi giranî birîndar bûye û ew rakirine nexweşxaneyê.
Turk li gel hemû midaxeleya jî li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Her wiha kesek din jî yê ku nasnameya wî nehat zanîn ku li gel bûye jî hatiye kuştin û hat zanîn ku cenazeyê neviyê Ahmet Turk dê bînin Mêrdînê.
Ev nivîs 105 car hatiye xwendin.