Newsûd | Rejîma Îranê kolberek qetil kir

Newsûd | Rejîma Îranê kolberek qetil kir

PeyamaKurd – Kolberê ji Şahoya Ruwansera Rojhilatê Kurdistanê, Mesab Sebzewarî ku 3 roj berê li devera sînorî ya Newsûdê ya Paweyê bi destê hêzên çekdar ên Îranê ve bi giranî birîndar bibû, canê xwe ji dest da.

Li gorî rapora ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, xelkê gundê Qeşlaxê yê bi ser bajarê Şahoya bajarê Ruwanserê ku bi guleyên hêzên Îranê birîndar bûbû, li nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Meseb Sebzewarî danê sibê li devera sînorî ya Newsûd a Paweyê bi guleyên rasterast ên hêzên dewletê bi giranî birîndar bû. Hengaw bi bîr dixe ku ew kolber zewicî bû.

Berê Hengawê eagihandibû ku Mesab Sebzewarî ji rûyê xwe birîndar bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneya Talqan a li Kirmaşanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin