PeyamaKurd – Balafirên Amerîka, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, baregehên hêzên ser bi Îranê ve bombebaran kirin û di encamê de, 5 çekdarên Heşda Şeibî hatin kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Amerîka (Pentagon) diyar kir, wan baregehên milîşyayên ser bi Îranê ve li ser sînorê Sûriye û Iraqê bombebaran kirin, ew jî bersivek e li ser zincîreya êrîşên ku li dijî berjewendiyên Amerîka li Iraqê tên kirin e.
Pentagon da zanîn, di êrîşê de komgehên çekan û baregehên komên çekdar ku di nava wan de mîlîşyayên “Hizbulah û Seyid Şuhada” hene, hatin armanckirin.
Berdevkê Pentagonê John Kirby herwiha eşkere kir, bi fermana Serokê Amerîka Joe Biden, baregehên mîlîşyayên ser bi Îranê ve hatine armanckirin û armanc jê, parastina berjewendiyên Amerîka ye.
Hin berpirsên Amerîkî ji ”New York Times” re ragihandin, baregeheke taybet a bi meşandina droneyan a mîlîşyayên ser bi Îranê ve, di êrîşa Amerîka de ye hat jinavbirin.
Herwiha Heşda Şeibî destnîşan kir, di encama bombebarana Amerîka de, 5 çekdarên wan li ser sînorê Iraq û Sûriyê de hatine kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin