Tehsîn Hefecî: Ji bilî hêzên Iraqê em destûrê nadin ti hêzeke din li Singalê bimîne

Tehsîn Hefecî: Ji bilî hêzên Iraqê em destûrê nadin ti hêzeke din li Singalê bimîne

PeyamaKurd -  Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ên Iraqê Tehsîn Hefecî ragihand ku ew destûrê nadin ji bilî hêzên ewlehiya Iraqê û îstixbara Iraqê pê ve ti hêzeke din a çekdar li Şingalê bimîne.

Hefecî da zanîn ku ew pabendî rêkeftina Şingalê ya ligel Herêma Kurdistanê ne û got, “Hêzên emnî bi israr in ku rê nedin ti hêzeke çekdar di nav Şingalê de hebe. Fermanên ku serfermandarê artêşê (Serokwezîr Mistefa Kazimî) ji bo bicihkirina rêkeftina Şingalê dane zelal in.”

Tehsîn Hefecî herwiha da xuyakirin ku li Şingalê ala Iraqê hatiye hildan û wiha pê de çû: “Wê destûr neyê dayîn ti êrîşek li ser hêzên ewlekariyê bê kirin. Em di valakirina hemû binkeyên hêzên çekdar de bi ser ketin. Emê ligel xelkê Şingalê û pêkhateyên din kar bikin.”

Berdevkê Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji bo zanyariyên ku hêzên milîs bo Şingalê hatine veguhestin jî îdia kir ku niha ti hêzeke wiha li Şingalê nîne.

Herwiha Hefecî li ser hevkariya ligel Pêşmerge jî got, li herêmê di warê ewlehiyê de hevahengiyeke di asta bilind de heye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin