PeyamaKurd- Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema wefata şêxê Qadiriyan yên Kurdistanê Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî sersaxiyê da malbata wî, dost û heval û peyrewên wî. Beşek ji peyama Nêçîrvan Barzanî weha ye:
"Nûçe ya koça dawî ya Xwedê jê razî Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî, kesayetiyê diyar ê ayînî û rêberê terîqeta Kesnezanî Qedîrî li Iraq û cîhanê, gihîşte me. Ez sersaxiyê bo malbat, dost û heval û peyrewên wî dixwazin û em xwe hevparê xema we dizanin.”
Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî, di temenê xwe yê 82 saliyê de wefat kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin