Koska Spî: Pence ne karantînayê de ye, wê îro li ser erka xwe be

Koska Spî: Pence ne karantînayê de ye, wê îro li ser erka xwe be

PeyamaKurd – Koşka Spî ya Amerîkayê derbarê rewşa Mike Pence de daxuyaniyek da û diyar kir ku ew ne karantînayê de ye û îro Duşemê dê li ser erka xwe be.

Devin O’Malley, yek ji berdevkê Cîgirê Serokê  Dewleta Amerîkayê Mike Pence, derbarê nûçeyan de ku dihat îdiakirin ew enfekte bûye û karantînayê de ye daxuyaniyeke nivîskî da.

O’Malley da zanîn ku bo Cîgirê Serokê Amerîkayê Pence her roj test û pişkinîn tên kirin encama û testa wî negatif derketiye:

“Testa Pence negatîf derket. Ew pêgirî rênimayên rayedarên tendirustiyê dimîne û niha ne di karantînayê de ye.”

Di daxuyaniyê de her wiha hat eşkerkirin ku îro Pence îro Duşemê dê li Koşka Spî li ser erka xwe be.

Hêjayî gotinê ye ku roja Pêncşemê testa yek ji yawerê Trump, Katie Miller û hevjîna wî pozîtîf derketibû. Lewma li Koşka Spî fikar çêbûbûn ku Trump û Pence jî enfekte bûne.

Ji aliyê din ve, APyê ragihand ku Cîgirê Serokê Amerîka Mike Pence ji ber ku testa vîrusa korona ya şêwirmenda wî Katie Miller pozîtîf derketiye, ketiye karantînayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin