Hêzên Qerebaxê desteserkirina çekdarekî ji Sûriyê ragihand

Hêzên Qerebaxê desteserkirina çekdarekî ji Sûriyê ragihand

PeyamaKurd - Hêzên Qerebaxê di bin banê Ermenistanê de bi Azerbaycanê re şer dikin, bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê, desteserkirina çekdarekî ji Sûriyê ku ji aliyê Tirkiyê ve bo şer hatiye şandin ragihand.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Yekîneyên Artêşa Parastinê ya Qerebaxê terorîstekî din girt. Lêpirsîna pêşîn, hebûna terorîstan li eniya Azerbeycanê, piştrast dike.”

Hate zanîn ku navê wê çekdarê hatiye girtin Mahrad Mihemed e û ji Sûriyê ye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin