PeyamaKurd - Parlamentoya Herêma Kurdistanê îro 16ê Tîrmehê roja Yekşemê li ser daxwaza Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dicive.
Hat ragihandin ku rûniştina roja Yekşemê ya Parlamentoya Herêma Kurdistanê yekalî bûye û îro dicive, lê belê dibe ku hin fraksiyonên parlamenê beşdariyê nekin.
Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) daxwaz ji fraksyonên din kiriye ku di civîna îro ya parlamenê de amade bin û gotûbêjên cidî ligel hikûmetê bikin ku rûniştina îro bi amadebûna piraniyan tê kirin.
Heta niha fraksyonên Tevgera Goran, Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Komela Îslamî û Yekgirtûya Îslamî biryara dawî derbarê beşdarbûna rûniştina roja Yekşemê ya nedane ku çav li rê ye beriya civînê biryara xwe bidin.
Berî niha Parlamentoya Kurdistanê derbarê “krîza darayî, mûçeyê fermanberan û danûstandinên şanda Herêma Kurdistanê ligel Bexdayê” bi nivîsarekê daxwaz ji Encûmena Wezîran kiribû ku wezîrên girêdayî wan mijaran bo parlamentoyê bên vexwendin, Serokatiya Dîwana Encûmena Wezîran jî bersiva parlamentoyê da û biryar e her yek ji wezîrên Darayî û Aborî, Plandanîn, Wezîrê Herêmê bo Karûbarê Danûstandinên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê ligel Serokê Dîwana Encûmena Wezîran û Sekreterê Encûmena Wezîran di rûniştinê de amade bin.
Herwiha tê çaverêkirin di civîna îro de, proje-yasaya li stogirtina fermanberan, pêşniyara yasaya birêvebirin û parastina şûnwar û rêkxistina medya elektronî, ligel dengdana li ser nameya destjikarkişandina Parlamenterê Fraksyona Komela Îslamî ya Kurdistanê Soran Omer jî werin rojeva civînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin