Parlementerên PDKê yên Êzîdî, celsa parlementoya Iraqê boykot kirin

Parlementerên PDKê yên Êzîdî, celsa parlementoya Iraqê boykot kirin

PeyamaKurd -  Parlementerên Partiya Demoktara Kurdistanê (PDK)ê yên Êzîdî, celsa parlementoya Iraqê boykot kirin. Sedema boykotê ew bû ku parlemento ji ber qanûna efûyê xistiye rojeva xwe, mijarê protesto kirine.

Ragihandin ji terefê seroka fraksiyona PDKê Viyan Sebrî de hat kirin. Li gor ragihandinê; parlementerên Êzîdî bawer dikin ku bi efûyê, dê terorîstan ji zîndanên Iraqê derxin.

Parlemento, piştî guherandina duyem car ya reşbeleka qanûna efûyê ku hat xwendin, celsê paş de xist.