Partiyên Rojhilatê Kurdistanê biryara hevkarî û gurkirina protestoyan dan

Dîroka Weşanê :
Partiyên Rojhilatê Kurdistanê biryara hevkarî û gurkirina protestoyan dan

PeyamaKurd- Partiyên siyasî yên Rojhilatê Kurdistanê li ser xwepêşandan û protestoyên dijî rejîma Îranê yên berdewam dikin civiyan.

Hizbên Kurdistana Îranê, li hev civiyan û biryar li ser pêdiviya karê hevpar û berhemdar bi armanca bihêzkirin û gurkirina tevgera nerazîbûnê dijî rejîma Îranê dan.

Civîn ji bo rêzgirtin ji ruhê şehîdên vê dawiyê li Îran û Kurdistanê dest pê kir.

Piştre Sekreterê Giştî yê Hizba Dêmokrat (PDK-Î) Mistefa Hicrî ku berpirsê bi dor yê navenda Diyalog bo hevkariya hizbên siyasî yên Kurdistana Îranê ye, armanca civînê şîrove kir û bal kişand ser erk û berpirsayetiyê ku di vê rewşê de ketiye ser milê hizbên Rojhilatê Kurdistanê.

Di civînê de behsa xwepêşandanan û nerizayetiyê hate kirin ku bi dijî rêjîmê dest pêkiriye ku bi biryara Elî Xamineyî xwepêşander bi awayê hovane haitne tepeser kirin ku li Îlam, Kirmaşan û Loristanê xwîn hatiye rijandin.

Navenda Diyalog bo hevkariya hizbên Kurdistana Îranê, hevxwmiya xwe ji bo şehîdên Melikşahiyê nîşan de û tekezî li ser yêkrêzî û hevxebatiyê li hemû deverên Kurdistana Îranê kir.

Di beşeke din a civînê de biryar li ser cehda bo darêtina gelaleya bingeha hevkariya aliyên siyasî, rêçare bo biqewetkirina tevgera siyasî ya netewî a Kurd li Îranê hate dayînn.

Berpirsê hizbên Rojhilatê Kurdistanê bi beşdariya şandên hizbên di civînê de amadehî kirin.