PeyamaKurd – 5 Partiyên Kurdistana Rojhilat hatibûn cem hev û bi hevre hevakriyekî ava kiribûn û niha partiyekî dinê tevlî hevkariyê bû ku navê partiya Kurd Civaka Kedkarên Şoreşger yên Kurdistana Îrane ye. Berê di nav hevkariyê de PDK-İ, Komele, PAK, PJAK û Sazman-i Xebat hebûn.
Hêzên Kurdistana Rojhilat bo bibin yek eniyekî ava kirin û navê wê danîn; Hevkariya Hêzên Siyasî yên Kurdistana Îran û deklerasyonekî ku armanca wan radigihîne û dê di pêşde çi bikin belav kirin.
Îro bi biryarekî Komele (Civaka Kedkarên Şoreşger yên Kurdistana Îran) tevlî yekîtiya ku berê hatibû avakirin bû. Sekreterê partiyê Abdullah Mutedî di ser hesabê xwe yê Xê de got:
“Xelkê Kurdistanê ji her wextî bêhtir pêdiviya wê bi yekîtiyê heye û ev ji bo xelkê Kurdistanê xeberekî baş e.”
Polîtburoya Komelê îro (di 4ê Adarê de) daxwuyaniyekî nivîskî da û got:
“Partî, her wext hewl daye ji bo yekîtiya milletê Kurd û yekîtiya hêzên siyasî yên hevkariya navbera wan. Me berê jî di nav diyaloga partiyan de aktîf cîh girtiye û em li ser 2 babetan rawestiyane: Yekkirina hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê û di pêvajoya demkî ya veguhêziyê de rêvebiriya hevpar ya Kurdistanê.”
Komele, ragihand ku ev her dû mijar bo partiyê girîngin û ji bo bigihên van armancan, wê di bin sîwana koalîsyonê de, diyalogên dostane bimeşînin. Li ser girîngiya pêvajoyê partî (Komele) weha dewam kir:
“Em tev dibînin ku di demên dawiyê de em ketine pêvajoyekî nû. Pêla guherînê ji her wextî bêhtir ber bi herêma me de hatiye. Kurdistana Rojhilat bi pêvajoyekî hasas û dîrokî re rû bi rû ye. Ev rewş dike ku em ji her wextî bêhtir bi hevre yekîtî, koordinasyon û xebata hevpar bikin. Me vê biryarê li ser daxwaza dostên Kurda û destekvanên wê, bi armanca xwurtkirina mala Kurd da.”
Metna daxwuyaniya Komelê dirêje lê di dawiya metna daxwuyaniyê de 2 sloganan dibêje:
-Bimre rejîma Komara Îslamî ya Îran
-Bijî Kurdistan!
Civaka Kedkarên Şoreşger ya Kurdistana Îran (Komele).