PeyamaKurd – Li gorî zanyariyan şandên Yekîtiya Niştîmamiya Kurdistanê (YNK) û Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) sibe 11ê Tebaxê li Dukanê dicivin.
Hat zanîn ku civîna PDK û YNKê li saet 11ê sibehê destpê dike ku berpirsên PDKê Hoşyar Zêbarî û Mehmûd Mihemed û Elî Husên û ji YNKê jî berpirsên YNKê Rizgar Elî, Şallawî Elî Eskerî û Xesrew Gull Mihemed beşdarî civînê dibin.
Wê di civînê de li ser asayîkirina peywendiyan, ragirtina êrîşên medyayî li dijî hevdu, helwest wergirtina li dijî Bexdayê û piştevanîkirina hikûmeta Herêma Kurdistanê gotûbêj werin kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin