PeyamaKurd- Her dû partî PDK û YNK îro li Hewlêrê civîneka hevpar çêkirin û di pey civînê de peyameka hevpar belav kirin. Li gor beyana her dû partiyan babeta civînê li ser mijarên di rojevê de û hinek mijarên hasas bû.
Mijarên ku bo çapemeniyê hatin belavkirin û li serê axifîne, di serî de arîşeyên di navbera Hewlêr û Bexda, mijara Kerkûkê û pirsgirêkên navxweyî yên Kurdistanê ne. Her dû alî li ser wê fikrê ne ku van mijaran zûtir çareser bibin. Damezrandina hukumeta Kurdistanê ya nû, wê ji her dû aliyan ve bê destekkirin. Danîna heyeteka diyalogê ya bo pêwendîdanîna terefên siyasî yên li Kurdistan û li Bexdayê jî biryareka wan ya din e.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin