Pervîn Buldan: Em ê bersiva wan bidin

Pervîn Buldan: Em ê bersiva wan bidin

PeyamaKurd-Hevseroka HDP ê Pervin Buldan di mijara operasyona Tirkiyê ya bo ser Rojava û şaredarên HDP ê yên ku ji ser kar hatine dûrkirin, bi sedema ku Îttîfaqa Millet bêdeng dimîne ku qesda wê jê CHP û İYİ partine, axifî û got:

“Bo demokratîzebûna Tirkiyê me îttîfaqekî ava kiribû. Li îstenbol û gelek bajaran me namzedên xwe nîşan neda. Ew kesên ku îro li ser van bûyeran dengê xwe dernaxin, wê rojekî bersiva xwe bistînin. Divê em vê rastiyê derxin holê.”

HDP ê di hilijartinên Îstenbolê,Ankara û Îzmîrê namzedên xwe nîşan nedabû û bi CHP û İYİ partiyê re hevkarî kiribû û namzedên Îttîfaqa Milletê destek kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin