Îstîxbarata Hollandê: Rusya û Çîn, xetereyên herî mezin in!

Îstîxbarata Hollandê: Rusya û Çîn, xetereyên herî mezin in!

PeyamaKurd- Wezîrê Karên Derve yê Hollanê Wopke Hoekstra bang li welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) kir ku li dijî "hewildanên Çînê yên ji bo têkbirina nîzama navneteweyî ya bingehîn" bisekinin û ji îstîxbarata welêt jî hat ragihandin ku Çîn û Rusya, xetereyên herî mezin in.

Wopke Hoekstra, di civîna serokên dîplomatên Yekîtiya Ewropayê de li Den Haagê axivî û bang li welatên Yekîtiya Ewropayê kir ku li dijî "hewildanên Çînê yên ji bo têkbirina nîzama navneteweyî ya bingehîn" bisekinin û got,

"Pêşbûna jeopolîtîk a Yekîtiya Ewropayê, di heman demê de tê wateya berdewamiya helwesteke yekgirtî ya li dijî Çînê ango li dijî hewildanên Çînê yên ji bo têkbirina nîzama navneteweyî ya bingehîn e.”

Hoekstra her wiha diyar kir ku divê hevkariya YE-Çînê ya di derbarê guherîna avhewa, cihêrengiya biyolojîk û amadekariya pandemiyê de bê teşwîqkirin û got, "Ji ber vê yekê, em pêşwazî li serdanên dawî yên rêberên Yekîtiya Ewropayê yên li Çînê dikin."

“Rusya û Çîn, gefên mezin in”

Rayedarên Ajansa îstixbarata Hollandê AIVD ragihand ku Rusya û Çîn, "metirsiya herî mezin" a li ser berjewendiyên welêt in.

Pisporên îstîxbarata Hollandî gotin ku "Rusya dudilî nake ku gelek amûran bi kar bîne ku zerarê bide Rojava da ku rewşa xwe ya jeopolîtîk baştir bike. Moskow, sektora enerjiyê wekî çekek bi kar tîne da ku zirarê bide aboriya rojava."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin