PeyamaKurd – Hat zanîn ku petrola Kurdistanê ku hinardekirina wê hatiye rawestandin, wê ji petrola Besrayê bê qerebûkirin.
Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê di civînê de ku do Wezîrê Petrola Iraqê Hayyan Ebdulganî jî tê de amade bû, mijara petrola Kurdistanê gotûbêj kir.
Li gorî agahiyên ku Endamê Lijneya Darayî ya Parlamentoya Iraqê Xelîl Doskî û Hayyan Ebdulganî ragihandine, hatiye gotin ku wê petrola Kurdistanê ji petrola Besrayê were qerebûkirin û rojane hinardekirina petrolê wê bibe 3 milyon û 500 hezar bermîl.
Li gor amarên Şîrketa Bazirganiya Petrolê ya Iraqê (SOMO), di meha Nîsanê de rojane 3 milyon û 288 hezar neft ji Besrayê hatiye hinardekirin.
Doskî diyar kir, proseya qerebûkirina petrola Kurdistanê ji Besrayê dest pê kiriye û zêdekirina petrola ku ji Besrayê tê hinartin jî bi vê pêvajoyê ve girêdayî ye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin