Ajansa Parastin: Taximê 16ê Cotmehê derew û îdiayên bêbingeh dike…

Ajansa Parastin: Taximê 16ê Cotmehê derew û îdiayên bêbingeh dike…

PeyamaKurd - Ajansa Parastin a Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand, medyaya bi ser taximê xiyaneta 16ê Cotmehê bi senaryoyeke bêbingeh mijareke derewîn weşandiye ku tê îdîakirin hewla jehrîkirina çend kesan hatiye dayîn, tevî ku em vê derewê red dikin jî em tekez dikin ku nivîsandina derewên mezin ên bi vî awayî, neberpirsyartiya wan kes û aliyan nîşan dide.

Di daxuyaniya Parastinê de hatiye gotin, Medya bi ser Lahor ve bi belavkirina van derewên bêbingeh, armanc dike ku dilsoziya hoza Herkî ber bi xwe bikişîne ji bo di hilbijartinan de hin dengan bi dest bixe.

Daxuyaniya Ajansa Parastin wiha ye:

"Li çend malpar û rûpelên ser bi Lahorê ve bi senaryoyeke bêbingeh mijareke derewîn hatiye weşandin û tê îdîakirin ku hewl jehrîkirina çend kesan hatiye dayîn û di çarçoveya nûçeyê de navê Ajansa Parastin jî hatiye.

tevî ku em vê derewê red dikin jî, em tekez dikin ku nivîsandina derewên mezin ên bi vî awayî, neberpirsyartiya wan kes û aliyan nîşan dide ku li pişt belavkirina van nerastî û bêbextiyan in.

Ji hemû aliyan re aşkere ye ku cemawerê serbilind ên hoza Herkî ji ber pêwendîkirina Cewher Herkî bi grûpa xayînetê ya 16ê Cotmehê re dilgiran bûn û li hember vê yekê jî medyaya ser bi Lahor ve bi belavkirina van derewên bê bingeh, armanc dike ku dilsoziya hoza Herkî ber bi xwe bikişîne ji bo di hilbijartinan de hin dengan bi dest bixe.

Li ser heqareta li medyaya grûpa 16'ê Cotmehê, em ji mafê xwe dizanin ku dozên yasayî li ser kesên ku li pişt belavkirina van babetan in tomar bikin û daxwaz dikin ku di bin çavdêriya Parlemento û Nûnera Rêxistina Neteweyên Yekgirtî de lêpirsîneke dadperwerane were kirin û koma wan bêbextiyan ji hemû aliyan re bê aşkerekirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin