PeyamaKurd - Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, dijî bihayî û rewşa xizmetguzarî ya xirab xwepêşandan hate lidarxistin.
Di xwepêşandana ku îro 3yê Tîrmehê li navenda bajêr hate lidarxistin de, nivîsên bi dirûşmên wekî; “Belê ji jiyaneke azad û birûmet re, na bo bilindkirina nirxan û na ji birçîkirina xelkê re” hatin hildan.
Xwepêşanderan da zanîn ku ew birîna elekitrîkê û avê û bilindbûna nirxan red dikin û banga çareseriyên bilez kirin.
Hêjayî gotinê ye, xelkê Qamişlo di heftiya duyem de protestoyên xwe berdewam dikin. Di demeke ku pileyên germê bilind bûne de, pêwîstiya xelkê bi av û elektrîkê zêde bûye.