PeyamaKurd – Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotyar Adil ragihand, cejna sersala êzîdiyan 'Çarşema Sor' li Herêma Kurdistanê bêhnvedana fermî ye.
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, Cotyar Adil da xuyakirin, roja 14ê Nîsanê ku her sal ji aliyê kurdên êzidî ve wek cejna sersalê tê pîrozkirin, bêhnvedana fermî ye.
Berpirsê giştî yê karûbarên êzîdiyan, Xeyrî Bozanî daye zanîn, roja 14ê Nîsanê ku diçe roja çarşemê û wek cejna sersala êzidiyan e, li hemû sazî û dezgehên hikûmetê bêhnvedana fermî ye.
Xeyrî Bozanî got, ew helkefta sala 2011an bi biryara parlementoya Kurdistanê wek bêhnvedana fermî hatiye pesendkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin