Rêveberiya Xweser: Me rê li ber revê li Kampa Holê girt; li Reqayê şer berdewam e

Dîroka Weşanê :
Rêveberiya Xweser: Me rê li ber revê li Kampa Holê girt; li Reqayê şer berdewam e

PeyamaKurd – Hevserokê Karûbarên Penaber û Koçberan ê Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Şêxmûs Ehmed ragihand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) hewldaneke mezin a revê ya malbatên DAIŞê li Kampa Holê pûç kiriye.

Ehmed diyar kir ku tevî hewildanên afirandina tevliheviyê li hundirê kampê, hêzên wan rewş kontrol kirine.

Ehmed her wiha agahiyên nû derbarê rewşa Reqayê de parve kirin û destnîşan kir ku Artêşa Sûriyeyê êrîşî girtîgeheke Reqayê ya girtiyên DAIŞê kiriye.

Li gorî daxuyaniyê, piştî vê êrîşê li derdora girtîgehê şerekî dijwar di navbera hêzên wan û artêşa Sûriyeyê de derketiye û pevçûn hîn jî li herêmê berdewam dikin.