Kerkûkî: “PDK û Kerkûk yek in”

Kerkûkî: “PDK û Kerkûk yek in”

PeyamaKurd- Di her cara ku Kerkûk bikeve rojevê gelek grûb, partiyên nijadperest û kes hene ku bo mijara Kerkûkê tevlî hev bikin dev davêjin PDK ê. Sedem jî ew e ku PDK di mijara Kerkûkê de naxwaze tawîzan bide û Kerkûkê dilê Kurdistanê dizane û wisa qebûl dike. Li ser mijara Kerkûkê serokê encumena serkirdayetiya PDK ê yê Kerkûk û Germiyan Dr. Kemal Kerkûkî dibêje ku PDK û Kerkûk yek dil in û ji hev venaqetin. Kerkûkî di mijarê de weha axifî:

“Ew kes û girûb nikarin di navbera PDK û pêkhateyên Kerkûkê xera bikin. PDK bo mafên rewa yên gelê Kurdistanê kar dike û kar ji bo pêkvejiyana aştiyane bo hemû pêkhateyan bê cudahî dike. Ew grûb û kesên ku dev davêjin PDKê, ji nav û hebûna PDK li Kerkûkê hêrs bûne û dijayetiya PDKê dikin. Ji ber ku PDK bo demokrasî, aştî, nûbûn û mafê gelê kurd û Kurdistanê kar dike. PDK û Hêzên Pêşmerge Kerkûkê ji DAIŞê parastin û li Kerkûkê DAIŞ ê şikandin. Herwiha PDK di rizgariya Mûsilê de rolekî mezin sitend ser milên xwe.”

Dr. Kerkûkî got ku ew kes û grûb baş dizanin ku ew nûnertiya Ereb û Turkmenên li Kerkûkê nakin, û xelk dizane ku PDK bi dilpakî û dilsozî xebatê bo wan dike. Lewra jî PDK bi dengekî bilind dibêje û ew bi xwe jî dizanin ku PDK û Kerkûk û hemû Kurdistan ji hev cuda nabin. Li Kerkûke PDK û pêkvejiyana aştiyane qet ji hev cuda nabin û ji hev venaqetin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin