PeyamaKurd – Ramî Abdurrahman, serokê Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), diyar kir ku rêxistina terorîst DAIŞ ketiye nav deverên hesas ên Wezareta Karên Hundir, hêzên navneteweyî û aliyên pêwendîdar li ser gefên terorîzm û qirkirinê li Sûriyeyê hişyar kir.
Abdurrahman di hevpeyvîna xwe de bi K24 re rewşa heyî ya li Sûriyeyê nirxand û got ku Ehmed Şera komên çekdar tenê wekî amûrek zilmê ji bo berjewendiyên xwe bikar tîne û heta pesnê komên ku li Suweydayê mirov koçber kirine û komkujî pêk anîne da.
Abdurrahman destnîşan kir ku kesayetên mîna Ebû Fazil, ku îdîa dike ku 500,000 şervanên neqanûnî hene, û Ebû Emşa, ku bi helwesta xwe ya tund a li dijî Kurdan tê nasîn, gefê li herêmên rojhilatê Firatê dixwin.
Serokê SOHR Ramî Abdurrahman wiha domand:
"Ebû Emşa li Efrîn xwedî tomarê sûc e û nefret û dijminatiyê li gelê Kurd dihewîne; ji ber vê yekê, hebûna kesên wiha di her avahiyek leşkerî ya pêşerojê de xeterek mezin çêdike."
Derbarê beşdarbûna Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di artêşê de, Ramî Abdurrahman diyar kir ku HSD dixwaze tevlî artêşeke neteweyî ya yekgirtî bibe ku li ser bingehek hevpar hatiye avakirin, ne artêşeke ku senaryoyên Efrîn dubare bike û Kurd, Elewî û Durzî qetil bike.
Abdurrahman bi destnîşankirina ku DAIŞ ketiye nav deverên hesas ên Wezareta Karên Hundir, hêzên navneteweyî û aliyên pêwendîdar li ser gefên terorîzm û qirkirinê li Sûriya nû hişyar kir.