PeyamaKurd- Navenda Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku di nav mehekê de Rejîma Îranê, 39 welatiyên Kurd girtine. Hat ragihandin ku ji bo girtina van kesan, hincetên cur be cur hatine nîşandan.
Li Rojhilatê Kurdistanê, di nav mehekê de 39 Kurd hatin girtin. Agahî ji aliyê Navenda Mafên Mirovan a Hengawê ve hat ragihandin. Li gorî agahiyên hatine parvekirin, zextên Rejîma Îranê li ser welatiyên Kurd her berdewam in. Hat diyarkirin ku rejîm, bi hincetên ji hev cuda ev welatî girtine. Li gorî ragihandina Hengawê, ji van girtiyan, 19 jê li Sine, 18 jê jî li Urmiyeyê hatine girtin. Hat ragihandin ku 8 ji van girtiyan ji aliyê Îtlaata Spahê ve 31ên din jî ji aliyê Îtlaatê ve hatine girtin.
Hat ragihandin ku rêjeya girtina welatiyên Kurd, li gorî meha Adarê, ji %5 zêdetir bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin