Rejîma Îranê 8 kurd destgîr kirin

Rejîma Îranê 8 kurd destgîr kirin

PeyamaKurd – Rejîma Îranê, bi hinceta ku tev li greva giştî ya ku 22yê vê mehê bûne, li bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê, di navbera 25-27ê Çileyê 2025an de, 8 kurdistaniyên din jî destgîr kirin.

Saziya Mafê Mirov a Hengawê, nasnameya van kesên hatine destgîrkirin, bi vî awayî ragihand: Çiyako Qurbeyî (Sine), Hesen Xelîlî (Serdeşt), Sadiq Kurdî (Pîranşar), Mehdî Cewanmerdî, Ferhad Zendî, Erselan Mîrekî, Ferşad Seyîdî (Dêwulan), û Mensûr Mewlûdpûr (Mehabad).

Hengaw bi bîr dixe ku ji van her 8 kesan Hesen Xelîliyê li Serdeştê hatiye destgîrkirin, roja 21ê çileyê jî hatibû destgîrkirin û piştî 2 rojan hatibû berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin