Rejîma Îranê li Ciwanroyê 5 kurd bi êskenceyê girtin

Rejîma Îranê li Ciwanroyê 5 kurd bi êskenceyê girtin

PeyamaKurd – Rejîma Îranê li bajarê Ciwanroyê yê Rojhilatê Kurdistanê 5 kurdistanî girtin û ew xistin girtîgeha  Meydana Neftê ya Kirmanşanê.

Li gorî Saziya Mafê Mirov a Hengawê, nasnameya van 5 kesan bi vî awayî ye: Atîla Ebdî, Riza Kamranî, Sitar Babayî, Zekeriya Fîrûzbext û Îdrîs Ebdulahî.  

Hengawê diyar kir ew çarşema hefteye bihurî (22.01.2025) hatine girtin û ji hinga ku xistine girtîgehê, tu xeberek ji wan nehatiye hilanîn û saziyên rejîma Îranê agahdar nekiriye bê ka tohmeta li ser wan çi ye.

Her weha, jêderekî ji Hengawê re ragihandiye ku dema girtinê, hêzên rejîmê êşkence li wan kiriye û tu belgeyeke hiqûqî nîşanî kes û karen wan nedane.

 

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin