PeyamaKurd – Li gorî raporeke Saziya Mafê Mirov a Hengawê, sibeha roja yekşemê (26.01.2025), Ferhad Ferdînî (45), Semed Haşimî (35) û Ferzad Mîrzayî (45) li girtîgeha Qizilhesarê ya Kerecê hatin bidarvekirin.
Ev her 3 girtî jî, ji bajarê Harsînê ne ku bi ser parêzgeha Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê ye. Her 3 jî bi tometa madeyên hişber 7 sal berê hatine desteserkirin û mehkûmî cezayê bidarvekirinê hatine kirin.
Nûçeya bidarvekirina wan di medyaya Rejîma Îranê de nehatiye belavkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin