Reuters: Tirkiyê serê Kaniyê bombebaran dike

Reuters: Tirkiyê serê Kaniyê bombebaran dike

PeyamaKurd - Ajansa Nûçeyan a Reutersê  belav kir ku, tevî ku agirbest hatiye ragehandin jî  leşkerên Tirkiyê îro Serê Kanîyê bombebaran kirine.

Li gorî zanyariyên Reutersê bombebarana Tirkiyê di demekê de şeva borî Amerîka û Tirkiye agirbest li rojavaya Kurdistanê ragihandin û diviya hêzên YPGyê di maweyê 120 saetan ji herêmê vekişin.

Şervanên Kurd li bajarokê berdewam in ji parastinê û sera wê yekê jî ku di çaremîn roja êriş ragehandibû ku wê dest bi ser Serê Kanîyê re dagirtine, lê heya niha jî ew dever her li jêr kontrola HSDye.

‘HÊZÊN TIRKIYÊ AGIRBEST BINPÊ KIRIN’

Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) dibêje, komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve li Çerxerêya Şehîdan a li nêzîkî navenda bajarê Serê Kaniyê êrîşî çeperên şervanên wan kirine û di navbera herdu aliyan de şer çêbûye.

Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê SOH ê da zanîn ku ji hindurê Serêkaniyê dengê çekan tê û diyar kir ku topbarana dijî wir didome.

Ajanasa frensî AFP jî wêneyên şerê ku berdewam dike dide belav kirin.

Îro 10 roj in ku artşêa Tirkiyê hem ji esmanî û hem jî jî aliyê bejahiyê be êrişî Serê Kaniyê dile nekariyê wê dere kontrol bike.

Hevdem, duhî di dije êrişekê de Hêzên Suriya Demokrat (HSD) karibûn heft gundên din ji sinorê bajarkê Til Temir ji jêr destê Artşêa Tirkiyê û hêznê çekdar ên girêdayî wê  derxîn û wan careke din kontrol bike.

Şeva borî Erdogan û Cîgirê Serokê Amerîkayê MayikPence, gehiştin rêkevtinekê û li gor wê rêkkevtinê agirbest ragihandin. Cîgirê Tramp ragehand ku wê Kurd pabendê agirbestê bimînin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin