PeyamaKurd - Endamê Desteya Rêvebir a Bazirganiya Borsayê û Serokê Pîşesaziya Organîze ya Dermale ya Cotkariyê li Amedê Resul Gundogan (45) ku deh roj berê ji ber koronayê li nexweşxaneyê hatibû razandin, îro jiyana xwe ji dest da.
10 roj berê testa koronayê ya Resul pozîtîf derketibû û li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê Gazî Yaşargil a Diyarbekirê hatibû razandin.
Li gorî zanyariyan bi Gundogan re ji bilî pêketina vîrusa koronayê, nexweşiyên tansiyon û diyabetê hebûn.
Di nav 14 rojên dawî de, li Diyarbekirê hejmara tûşbûyên koronayê her diçe zêde dibe ku di du hefteyan de 450 kesên din bi koronayê ketine û 650 kes jî di malên xwe de hatine karantînekirin.
Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiya Tirkiyê, heta niha li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 176 hezar û 677 kes bi koronayê ketine, 150 hezar û 82 kes baş bûne, 4 hezar û 792 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin