PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Şirnexê li navça Beytuşebabê ji ber barîna berfa zêde hinek rêyên navçê û gundan hatibûn girtin. Bi taybetî li deverên bilind bi sedema berfê û bamişta berfê rê tev girtîbûn. Niha tîmên rêvebiriya taybet yên dewletê dixebitin da rêyan vekin.
Rêyên ku ji berfê girtîne bi taybetî yên Kato, Kerkûk û devera Fereşînê ne. Xebatkar 3 roje dixebitin da karibin rêyan vekin. Rêyên ku qaliniya berfê gihabû dora nîv metreyî hatine vekirin û vekirina rêyên din ji berfê dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin