PeyamaKurd - Berpirsekî Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ragihand ku ew bawer nakin hilbijartinên giştî yên Iraqê îsal werin kirin lê dîsa wan xwe ji bo hilbijartinan amade kiriye.
Cîgirê berpirsê encumena serkirdetiya PDKê li Kerkûk û Germiyanê, Diyarî Husên ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, “Me wisa xwe amade kiriye ku hilbijartinên giştî yên Iraqê dê meha Cotmeha îsal bên kirin. Lê bi qasî ku em dizanin hemû partiyên Iraqî dixwazin hilbijartin were paşxistin.”
Diyarî Husên got: “Lê bi nêrîn û baweriya me rewşa Iraqê bo hilbijartinan amade nîne ji ber ku di qanûna hilbijartinan de gelek kêmasî û xeletî hene. Herwiha bi kêfa xwe sîstemek danîne. Li gorî wê sîstemê beşek mezin ji dengên kurdan li deverên Kurdistanî dişewite.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin