Rojhilat: Aqûbeta Serdar Ramîn hefteyeke nediyar e

Rojhilat: Aqûbeta Serdar Ramîn hefteyeke nediyar e

PeyamaKurd - Li bajarê Neqede yê Rojhilatê Kurdistanê, bi ser binçavkirina welatiyê 30 salî yê bi navê Serdar Ramîn re hefteyek derbas bû, lê malbata wî hîn jî tu agahiyê li ser rewş û cihê girtina wî nagirin.

Li gorî nûçeya Kolbernewsê, di dawiya meha Îlona 2026an de Serdar Ramîn ê xelkê gundê Qarna yê Neqedeyê, ji aliyê hêzên ewlehiyê ve bêyî nîşandana tu biryareke dadgehê hatiye binçavkirin û bo cihekî nenas hatiye veguhastin.

Hate diyarkirin ku ji dema girtinê ve tu carî malbata wî nikaribûne bi wî re bikevin têkiliyê û ew ji mafê dîtina parêzer jî bêpar hatiye hiştin.

Ji ber nebûna agahiyekê li ser rewşa tenduristî û cihê ragirtina wî, nîgeraniya malbat û xizmên wî her ku diçe zêde dibe.