Romano: Divê Kurd jî xwedîyê xetên sor bin

Romano: Divê Kurd jî xwedîyê xetên sor bin

Zanyarê Siyasetê û Pisporê Rojhilata Navîn ê Zanîngeha Mîssourî Prof. Dr. Davîd Romano, hevpeyvînek bi rojnameya Duvar re kir û di derbarê rewşa Kurdan de nirxandinek balkêş kir.

Romano, di hevpeyvînê de tîne zimên ku „Heke Kurd biaqil bilîzin û piçek jî qirdê wan vekirî be, bi ser ku di van du hefteyên borî de gelek tişt winda kiribin jî, dikarin ji helkeftên Rûsya û Amerîkayê sûdê wergirin û hinek tiştan qezenc bikin “ û dibêje: „Divê Kurd ji bo yekîtîyek netewî di asta herî kêm de be jî bên ba hev. Li gor min tevgera Kurd, Barzanî jî tê de, temamê partîyên siyasî û Kurdên Iraqê bi dilxwazî nêzîkî Kurdên Rojava dibin. Ji bo kesên ku girîngîyê didin yekîtîya netewî ev nîşanek baş e. Divê Kurd ji bo pev neçinin û şerê merivên hinekên din nekin xwedîyê hinek xetên sor bin. Gelek meriv, dikarin hevdu ji bo gelek tiştan û ji bo polîtîkayên cuda rexne bikin, lê belê divê di asta kêm debe jî rêzê ji hev re bigrin. „

Davîd Romano, di hevpeyvîna xwe de behsa Amerîkîyan û piştgirîya wan a ji bo Kurdan jî dike, dibêje ku „Tişkê wêrekî ev e ku Amerîkî ji ber xiyanet li Kurdan kir ji Trump pir aciz in. Ev acizî û nefret li Amerîkayê dualî bû, hem ji Demokratan û hem ji Komarxwazan di wê bawerîyê de ne ku xiyaneta bi Kurdan re hatiye kirin rûreşî û kirêtî ye. Ji derveyî çend alîgirên Trump herkes dilxwazê Kurdan e„ û dibêje: „Bi vê xiyanetê û bi êrîşa dewleta Tirk, li seranserê cîhanê piştgirîyek mezin ji Kurdan re çêbû û ji derveyî Azerbaycan, Îspanya, Katar, Pakîstan û Filistînîyan tê kesî piştgirî neda Erdogan. Ji pêkhatina temamê neyînî û xirabîyan wê Trump û Erdogan wek berpirsiyar bên dîtin. „

Di dawîyê de Romano, tîne zimên ku „ Lîztika Kurdan Rûsya û Amerîka ji hev cuda kir. Tiştê ku desthilatdarîya Trump jê fêhm dike tenê pare û petrol e. Wî çaxî Kurd karin petrola li Sûrîyê bi piştgirîya Amerîkayê bi rêve bibin, Rûsya û rejîma Esed jî zêdetir karin êrîşên Tirkîyê asteng bikin. Helbet rewşek aloz û nedîtî derdikeve holê, lê derfetên balkêş jî derdikevin holê. Heke bi vî awayî be, divê Kurd zêde neçin ser Rûsya, Amerîka û Esed û zixtên zêde li wan nekin.  

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin