PeyamaKurd – Hêzên Artêşa Netewî ya Libyayê ku General Xelîfe Hafter seroktiya wê dike, bajarê Sirte yê eşîra serokê berê yê Libyayê Muammer Qedafî ji destê hikûmeta Wîfaq ya Tirkiye piştgiriya wê dike derxist û bi temamî kontrola bajêr bi dest xist.
Hat ragihandin ku eşîra Qedafî jî di nav de gelek aliyan hevdîtin bi hêzên Hafter re dikir daku xwe radestî wan bikin û bi kontrolkirina bajarê stratejîk re Lîwaya 604an jî beşdarî nav hêzên Artêşa Netewî ya Libyayê bû.
Bajarê Sirteyê ji sala 2016an ve ji destê DAIŞê hatibû derxistin û di kontrola hikûmeta îxwanî ya Wîfaq de bû ku Tirkiyê biryara şandina hêzê bo alîkariya wan daye.
Hêzên Hafter bi kontrolkirina bajarê Sirteyê re hinekî din nêzîkî Trablusê bûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin