Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê da Dr. Îsmaîl Besikçi

Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê da Dr. Îsmaîl Besikçi

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema wefata hevjîna civakzan û nivîskar Îsmaîl Beşikçi, Leman Beşikçi peyameka taziyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi xemgîniyeka mezin min wefata hevjîna te Leman Beşikçi bihîst. Bo we û malbata we ya rêzdar taziyeyên xwe araste dikim û hevparê xema we me.

Ji xwedayê mezin hêvî dikim ku riha merhûme di bihişta xwe de şad bike û xwedê sebrê bide we.”

Hevjîna Dr. İsmail Beşikçi Leman Beşikçi (92) bo demekiye di nexweşanê de tedawiya xwe dikir û ber destê siba îro wefat kir. Cenazê wê dê sibê li Ankara li Goristana Karşıyaka bispêrin axê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin