PeyamaKurd – Wezareta karên derve ya Rûsyayê li ser nameya ku serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan ji Putin re şandibû û xwestibû ku destekê ji Rûsyayê bistîne, bersivê da Ermenistanê û got ku şer ne di nava Ermenistanê de ye.
Rûsya û Ermenistan di sala 1997an de peymanekî îmze kiribûn ku êrîşekî here ser Ermensitanê dê Rûsya alîkariya wan bike. Wezareta karên derve ya Rûsyayê behsa peymana 1997an kir weha got:
“Di çarçoveya peymanê de eger şer bikeve nav axa Ermenistane wê Rûsya bo Erîwanê destekê bide. Niha şer ne di nava axa Ermenistanê de ye. Em bo terefên li Qerebaxê şer dikin bangê dikin ku şerê xwe rawestînin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin