PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên çekdarên girêdayî Tirkiyê li gundê Ûm Elkêf ê derdora Til Temirê 5 welatiyên ji hoza Şerabîya revandin ku di nav wan de du jin hene.
Herwiha hat diyarkirin ku heman çekdaran dest danîne ser 150 serên pezên wan welatiyên hatine revandin jî.
Li gor SOHRê, piştî çend demjimêran komên çekdar 3 ji wan girtîyan berdane, lê herdu jin li cem xwe hiştine û azad nekirine.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin