Wezîrê Îranê ji bo Trump got: 'Em bi terorîstan re rûnanên'

Wezîrê Îranê ji bo Trump got: 'Em bi terorîstan re rûnanên'

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Îranê Muhammed Cewad Zerîf li ser pirsa destpêkirina gotûbêjan bi Amerîkayê re ragihand ku ew bi Serokê Amerîkayê Donald Trump re ku li dijî gelê Îranê terora aborî disepîne re rûnanên.

Zerîf diyar kir ku Amerîka gefa şer li gelê Îranê dixwe ku ew vê yekê qebûl nakin û li ser pirsa gotûbêjên çareseriyê got, “Em bi Serokê Amerîkayê ku dorpêçên aborî li ser gelê Îranê disepîne re gotûbêjê nakin. Em bi terorîstan re hevdîtinê nakin.”

Wezîrê Îranê hevkariya Amerîkayê ya bi Îsraîl, Erebistana Siûdî û Îmaratê re jî rexne kir û got, “Di nav çewtiyeke mezin de ne.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin