PeyamaKurd- Li welatê Ûkraynayê li bakûrê bajarê Odessayê, di encama lihevketina TIR kî û otobusekî de 9 kes jiyana xwe ji dest dan û 2 kes birîndar bûn. Qeza di navbera gundên Novaya Dolina û Prilimanska de çêbû.
Polîsên Ûkraynayê jimara mirî û birîndarên qezayê piştrast kirin û ragihandin ku di derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin