PeyamaKurd - Mamostayên olên Îslam, Mesîhî û Êzidî li Duhokê peyamek belav kirin û daxwaz ji xelkê kirin berê xwe bidin binkeyên tenduristiyê û derziyên koronayê li xwe bidin.
Rêveberê giştî yê Ewqaf û karûbarên olî li parêzgeha Duhokê Mihemed Xalib Mihemed, îro Çarşemê di civîneke rojnamevanî de ligel mamosteyên olên Îslam, Mesîhî û Êzidî got, “Demeke hejmarên pêketiyên vîrusa koronayê li herêma Kurdistanê bilind dibe û gelek kes jî ji ber wê jiyana xwe ji dest dane.”
Mihemed destnîşan kir, “Ji ber wê me pêwîst zanî wek mamostayên olî teqez bikin û daxwaz ji xelkê herêma Kurdistanê û bi taybet parêzgeha Duhokê bikin, ku alîkarê hikûmetê bin û rênmayiyan bicih bînin, maske girê bidin û derziyê li xwe bidin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin