Şaredarê Hewlêrê: Di 60 rojan de rêya du şerîdî ya Hewlêr-Behrke bi 2 qonaxan tê nûjenkirin

Şaredarê Hewlêrê: Di 60 rojan de rêya du şerîdî ya Hewlêr-Behrke bi 2 qonaxan tê nûjenkirin

PeyamaKurd – Serokê Şaredariya Hewlêrê ragihand: ‘’Ji bo hêsankariya hatûçûna hemwelatiyan di 60 rojan de rêya du şerîdî ya Hewlêr-Behrke dê bi 2 qonaxan bê nûjenkirin.’’

Îro (19.01.2025) Serokê Şaredariya Hewlêrê Karzan Ebdulhadî ji BasNewsê re ragihandiye: ‘’Qonaxa yekem 19ê mehê dikeve warê cîhbicîhkirinê û ji rêya 100 metrî heta rêya ku bigihîje 120 metreyî dê bê nûjenkirin. Qonaxa duyem jî ji rêya 120 metrî heta bigihê 150 metreyî dê bê nûjen kirin. Ev proje dê bi yek milyar û 645 milyon dînarî li ser budceya veberhênan a Wezareta Şaredarî û Geştûguzarê bê cîhbicîhkirin, di 60 rojan de ew proje dê bê cîhbicîh anîn. Lê em dê hewl bidin zûtir projeyê temam bikin.”

Herweha got: ‘’Ji bo hêsankariya hatûçûna hemwelatiyan proje li ser du qonaxan hatiye dabêş kirin, di heyama cîhbicîhkirina qonaxa yekem de hemwelatî dikarin mifayê ji rêyên din wergirin û biçin Behrke.’’

Ev nivîs 33 car hatiye xwendin.