PeyamaKurd- Serokê baregeha beşa têkiliyênd erve yê Herêma kurdistanê Sefîn Dizeyî bi sedema dest bi wezîfekirina serkonsul a Japonyayê ya Herêma Kurdistanê li Hewlêrê, Nagayama Youshiko yê qebûl kir û wê pîroz kir.
Dizeyî ragihand ku bi hemû awayî dê destekê bidin serokonsula Japonyayê. Peyama Sefîn Dizeyî weha ye:
“ Ez bi pêşwazîkirina serkonsula Japonyayê ya Herêma Kurdistanê Nagayama Youshiko yê kêfxweşim. Min wê pîroz kir û di wezîfeya wê ya nûh de destekê dayê. Di xebata wê ya Kurdistanê de jê re serkeftinê xwest.”
Dizeyî ragihand ku wan li serpêşdeçûnên dawiyê, li ser têkiliyên navbera Herêma Kurdistanê û Japonyayê axifîne û mijara hevkariya her dû welatan mijareka dinê ya navbera wan bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin