Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî di Newroza Akrê de amade ne

Serok Barzanî û Mesrûr Barzanî di Newroza Akrê de amade ne

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, di Ahenga Cejna Newrozê ya li Paytexta Newrozê ya Akrê de amade ne.

Hate diyarikirin ku bi amadebûna Serok Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û hejmareke zêde ya balyoz, konsul, dîplomat, nûner, şandiyên diplomasî yên welatan li Iraq û Herêma Kurdistanê û tevlîbûna bi hezaran welatî û geştiyaran, Karnevala Cejna Newrozê û Serê Sala Kurdî îşev li Paytexta Newrozê qezaya Akrê bi rê ve diçe.

Cejna Newrozê an destpêka sala nû ye di nav bi dehan welatên Rojhilata Navîn û Asyaya Navendî de ku her yek ji wan welat û gelan vê cejnê pîroz dikin.

Gelê Kurd jî Newrozê wekî sembola azadî, serkeftin û berxwedana li dijî zordariyê dibîne û her sal bi cilûbergên Kurdî û hilkirina agir li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê cejna Newrozê pîroz dike. Îsal jî li Herêma Kurdistanê bajarê Akrê merasîmeke mezin a fermî tê lidarxistin û agirê Newrozê tê hilkirin û hejmarek çalakiyên cuda cuda têne kirin.

Ev nivîs 56 car hatiye xwendin.