Serok Barzanî: Kerkûk ji bo her Kurdî semboleke mezin e!

Serok Barzanî: Kerkûk ji bo her Kurdî semboleke mezin e!

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 18ê Îlonê roja duşemê pêşwazî li malbatên şehîd û birîndarên bûyerên dawî yên li Kerkûkê rû dabûn kir.

Serok Barzanî di civînê de pirs, sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî malbatên şehîd û birîndarên Kerkûkê kir û got, ‘xwîna wan ezîzan vala naçe û pêwîst e tawanbar sizayê yasayî werbigirin.’

Serok Barzanî diyar kir, xwîna wan şehîdan û dengê nerazîbûna wan, peyameke eşkere bû ji bo her aliyekî ku Kurd gelekî zindî û hişyar e û divê sînorek ji wan zilm û neheqiya ku li Kerkûkê li ser welatiyên Kurd tê kirin, were danîn.

Serok Barznaî got, berdewambûna vê rewşa nesiruştî ya Kerkûkê, nayê wê wateyê ku em dest ji nasnameya Kerkûkê berdidin, ji ber ku Kerkûk ji bo her Kurdekî semboleke mezin e.

Serok Barzanî destnîşan kir ku divê Kerkûk ji hemûyan re bibe mînaka pêkvejiyan, biratî û tebayîyê û ew pirsgirêkên ku niha hene bi xweferzkirin û tundûtûjiyê nayên çareserkirin, belkû ji bo çareserkirina pirsgirêkan, divê zimanê aqil û mantiqê were bikaranîn.

Serok Barzanî di axaftina xwe de bibîr xist, ew kûr têdigihe êş û azarên welatiyên Kurd yên li Kerkûkê û daxwaz kir ku bi ti awayî rê nedin serketina wan hewlên neberpirsiyane ku niyaza wan aliyan heye nakokiyên siyasî yên aliyan, veguherînin nakokiyên netewî di navbera pêkhateyên Kerkûkê de.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin