Serok Barzanî pêşwazî li Hebat Helbûsî û şanda Iraqî kir

Serok Barzanî pêşwazî li Hebat Helbûsî û şanda Iraqî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî êvara pêncşemê li Pîrmamê pêşwaziya Serokê Parlamentoya Iraqê Hebat El-Helbûsî û şandeke ji serokên fraksiyonên siyasî yên Parlamentoya Iraqê kir.

Şanda mêvan sersaxiya xwe ji Serok Barzanî re ji ber koça dawî ya Ebdulwehîd Îbrahîm Şêx Ebdulselam Barzanî anî ziman.

Di civînê de rewşa siyasî ya giştî ya Iraqê û astengiyên li pêşiya welêt hatin gotûbêjkirin.

Her wiha tekezî li ser girîngiya pabendbûna bi destûrê, piştgiriya hikûmeta federal, xurtkirina têkiliyên hevseng bi cîranan re û têkoşîna li dijî gendeliyê hate kirin.