Serok Barzanî sersaxî ji malbata Richard Naab re xwest
PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, bi nameyekê hevxemiya xwe ji bo wefata Kolonel Richard Naab anî ziman û sersaxî ji malbata wî re xwest.
Serok Barzanî îro 4ê Mijdarê bi rêya nameyeke hevxemiyê ya bi navê xwe û gelê Kurdistanê sersaxî ji malbata Kolonel Richard Naabê dostê Kurdan re xwest ku doh 3yê Mijdarê koça dawî kiribû.
Baregeha Barzanî da xuyakirin, Kolonel Richard Naab sala 2003yan li Hewlêrê Birêvebirê Nivîsîngeha Desthilata Demkî ya Hevpeymanan bû.
Serok Barzanî, hevxemiya xwe diyar kir û Kolonel Nab wekî dostekî rastîn û hevpeymanê gelê Kurdistanê da nasîn, ku piştî reva dîrokî ya gelê Kurdistanê li sala 1991ê rolekê mezin di alîkarîkirina gelê Kurdistanê de hebû û piştî nemana rejîmê jî ji bo bihêzkirina tenahiya Herêma Kurdistanê û xurtkirina têkiliyên di navbera gelê Kurdistanê û Amerîkayê de alîkar bû.
Serok Barzanî, spasiya xizmetên Kolonel Naab kir û rêzgirtina xwe ya herdemî ji bo malbata wî diyar kir.
Ev nivîs 42 car hatiye xwendin.