Serok Barzanî û Aras Hebîb rewşa Iraqê gotûbêj kir

Serok Barzanî û Aras Hebîb rewşa Iraqê gotûbêj kir

PeyamaKurd - Serok Barzanî pêşwaziya Sekretêrê Giştî yê Kongreya Nîştimanî ya Iraqê kir û di civînekê de tekez li ser girîngiya hevahengiya di navbera aliyên siyasî de kir, bo nehiştina astengiyan.

Baregeha Barzanî îro Pêncşemê 20ê Tebaxê, ragihand ku Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê pêşwaziya Sekretêrê Giştî yê Kongreya Nîştimanî ya Iraqê Aras Hebîb kiriye.

Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser pêşveçûnên siyasî yên Iraqê û deverê bi hev guhertin.

Di beşeke din a civînê de, wan ronahî xistin ser girîngiya hevahengî û hevfêmkirina navbera aliyên siyasî yên Iraqê, bi merema nehihiştina astengî, pirsgirêk û parastina aramiya siyasî li Iraqê.