PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê îro 30yê Tîrmehê pêşwazî li Serokê Partiya Teqedûm a Iraqê Mihemed Helbûsî kir.
Serok Mesûd Barzanî ligel Serokê Partiya Teqedûmê û Serokê Berê yê Encûmena Nûnerên Iraqê Mihemed Helbûsî û şanda pê re civiya.
Hate ragihandin ku di hevdîtinê de guhertinên dawî yên Iraq û herêmê hatin gotûbêjkirin.
Baregeha Barzanî derbarê hevdîtinê de diyar kir ku rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhat û guherînên dawî yên li Iraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.
Herwiha her du alî li ser pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de axivîn.
Ji bo derbaskirina astengiyan û çareserkirina pirsgirêkan, tekezî li ser hevahengî û pêwendiya aliyên siyasî yên Iraqê hat kirin.