Serok Barzanî û Usame Nuceyfî rewşa herêmê gotûbêj kirin

Serok Barzanî û Usame Nuceyfî rewşa herêmê gotûbêj kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî û Sekreterê Giştî yê Partiya El-Muttehidun, Usame Nuceyfî, li ser rewşa siyasî ya Iraqê, astengî û derfetên li pêşiya pêvajoya siyasî nîqaş kirin.

Roja Yekşemê, 21ê Hezîrana 2026an, Mesûd Barzanî li Pîrmam pêşwaziya Sekreterê Giştî yê Partiya El-Muttehidun, Nuceyfî û şandeyek ji kesayetên siyasî yên Iraqî kir.

Li gorî daxuyaniyek ji ofîsa Barzaniyê, hevdîtin li ser rewşa siyasî ya Iraqê, astengî û derfetên li pêşiya pêvajoya siyasî bû.

Di daxuyaniyê de hat zêdekirin ku di hevdîtinê de girîngiya hevrêziya di navbera partiyên siyasî de ji bo derbaskirin û çareserkirina pirsgirêkan hat tekezkirin.