PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Antalya di Foruma Diplomsiya 5em de bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan re hatin cem hev. Civîna her dû terefan li otêla ku serokkomar Erdoğan lê dima çêbû. Li ser hevdîtinê Nêçîrvan Barzanî got:
“Ji bo pêşdebirina îstîqrar, refah û ewlehiya hevpar ya li herêmê, me biryara xwe ya hevkariyê car din nûh kir.”
Di civînê de wezîrê karên derve yê Tirkiyê Hakan Fidan û wezîrê enerjiyê yê Tirkiyê Alparslan Bayraktar jî amade bûn. Nêçîrvan Barzanî piştî civînê di ser hesabê xwe yê medya civakî Xê de got:
“Îro li Antalya ez dilxweş bûm ku me bi serokkomar Erdoğan re hevdîtin kir. Me li ser hevkariya Tirkiyê û Herêma Kurdistanê û ji bo xwurtkirina hevkariyê hevdîtinekî befireh kir. Me li ser pêşdeçûnên herêmê li ser îstîqrara herêmê, refah û pêşdebirina ewlehiyê biryardariya xwe teze kir.
Min bi sedema Erdoğan asta gengeşeyên li herêmê dixîne û xebatê ji bo aramiya herêmê dike, sipasiya wî kir.”